Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Bo Roja Didoyan Êrîşî Himusê Kir


Xwepêşanderên hevrik yên li Misirê postera Beşar Esed dişewtînin.
Xwepêşanderên hevrik yên li Misirê postera Beşar Esed dişewtînin.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêrî kêm 47 leşker û sîvîl roja Şemîyê di tundî û tûjîya seranser welat de hatine kuştin.

Bizavkar dibêjin, bi kêmî ve 10 kes li bajarê Himusê ya li bakur, 7 kesên din jî li cîhên din hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê got, di pevçûnan de 20 leşkerên hikûmetê ji alîyê leşkerên ku derbazî hêla xwepêşanderên hevrik bûne, li Himusê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan her wiha ragihand, 10 hêzên ewlekarîyê li Idlib ketine kemîna leşkerên ku derbazî hêla xwepêşanderên hevrik bûne.

XS
SM
MD
LG