Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên Peykerê Ker li Silêmanî Berdewam in


Partîya Keran ku li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hatibû damezrandin, berî çend rojan peykerekî kerê ku li stûyê wî qirewat (ribat/boyunbax)heye vekir.

Sekreterê Giştî yê Partîya Keran Omer Kalol gotibû “bi vekirina vî peykerî em hêvî dikin ku gelê me rêftareke baştir ji keran re nîşan bidin”.

Peykerê ker ji alîyê peykervanê navdar Zîrek Mîra ve li nav heft mehan hate çêkirin û buhayê wî jî nêzîkî 4 hezar dolar e.

Pêyamhinerê Pişka Kurdî Yahya Berzencî ev raporta taybet amade kirîye. Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG