Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Zagoneke Nû ya Bacê Pejirand


Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihand ku ewê ji yekê meha Tîrmehê pê ve bacê li hemû deverên bin kontrola xwe bistîne.

Rêvebirîya Xweser da zanîn ku baca ku were civandin ji du cûreyan pêk were: baca rasterast û ya ne rasterast.

Baca rasterast dê were ser mûçeya karmendan, pîşeyên taybet, alav û qaainca fabrîqeyan û ya nerasterast jî wê bê ser xerckirina zêde ango jibo kafê û baca restorantan (Fees tax) be.

Şêwirmendê Desteya Darayî ya Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Mihemed Bekir ji Dengê Amerîka re got ku her kesê ku qazanca xwe hebe dê bacê bide.

Mihemed Bekir
Mihemed Bekir

“Komkirina bacê wê bi gelek şêweyan be: mehane, sê mehan carekê û salane û herwiha yên ku mûçê bi dolarên Amerîkî werdigirin û kesên biyanî dê ew mehane bacê bidin.

Bekir bi berdewamî got ku hemî kesên ku qazanca wan bigiheje 2 mîlyon lîrayên Sûrî dê 6 hezar lîra bacê bide. “Kesên ku ji 2 mîlyon ta 6 mîlyon qezenc dikin dê % 2 bacê bidin û yên ku dahata wan ji 6 mîlyon zêdetir be wê % 5 were ser qazanca wan."

Bekir herwiha dîyar kir ku di zagona bacê ya Rêvebirîya Xweser de cotkar, hêzên leşkerî, hêzên ewlekarîya hindurîn û malbatên şehîdan wê bacê nedin.

Hêjayî gotinê ye ku zagona bacê ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji 92 xalan pêk te û ji alîyê Encûmana Giştî di 25’ê Adarê de hate pejirandin û hemû qanûnên berê û yên dijî vê zagonê hatin betal kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00

XS
SM
MD
LG