Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keça Sulêmanî Dibêje Wê Hizbullah Tola Bavê Wê Vegerîne


Keça generalê Îranî yê kuştî Qasim Sulêmanî dibêje wê kuştina wî wan têk nebe û divê Amerîka zanibe ku xwîna wî bê beramber naçe.

Zeyneb Sulêmanî di dîdareke kurt de ji tilfizyona el-Menar a Libnanî ya girêdayî Hizbullah re got wê serokê Amerîka Donald Trump nikaribe destkeftên bavê wê jinav bibe.

Keça Sulêmanî got Trump newêrek e, ji ber ku wî bavê wê ji dûr ve bi mûşekan kuşt û pêwîst bû ew rû bi rû li beramber bavê wê rawestiya.

Zeyneb Sulêmanî got ew dizane ku wê serkirdeyê Hizbullah Hesen Nesrella tola kuştina bavê wê vegerîne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG