Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zalmay Khalilzad Serdana Pakistanê Dike


Niwênerê Amerîka yê Aştiya Afghanistanê Zalmay Khalilzad

Niwênerê taybet ê Amerîka ji bo axaftinên aştiyê li Afghanistanê Zalmay Khalilzad îro Yekşemê serdana Pakistanê kir di destpêka geşta xwe ya 16 rojan de bo gelek welatan, di nav de jî Qeter ku wê li wir beşdarî gereke din a axaftinên aştiyê li gel tevgera Talîbanê bibe.

Berpirsan got Khalilzad li wezareta derve kombûneke ser asta şandê axaftinan lidar xist berî kombûna li gel serkirdeyên sivîl û leşkerî yên Pakistanê di çarçoweya serdana xwe ya rojekê de li Islamabadê.

Hikûmeta Pakistanê roleke mezin di hevrêziya diyaloga Amerîka û Talîbanê de lîst bi riya bikaranîna pêwendiyên xwe yên li gel gurûpa Talîban a Afghanistanê.

Peyvdarê wezareta derve Mihemed Faisal got di axaftinên li gel tîmê Khalilzad, şanda wan pêgiriya Pakistanê bi aştiya Afghanistanê careke din anî ziman.

Faisal got Pakistan handeriya hemî aliyan dike ku erê bikin li ser dawîanîna şer bi riya lihevkirineke siyasî.”

XS
SM
MD
LG