Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya ji Rewşa Azadîya Ragihandinê li Tirkîyê Xembar E


Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier îro Duşemê xema xwe bilind kir ku karbidestên Tirk dest dana ser rojnameyeke mezin ya hevrika hikûmetê.

Steinmeier got, wê ew mijar di civîna ligel serokwezîrê Tirkîyê de were rojêvê.

“Em rewşê ji nêzîk ve, bi xemdarî dişopînin,” Steinmeier ji peyamhinêran re got.

Polîsên Tirk roja Înê avêtibûn ser navenda rojnameya Zaman û kontrola rêvebirîya wê rojnamê ketibû destê hikûmetê.

Yekîtîya Ewrupa, Amerîka, Rûsya û rêxistinên azadîtya ragihandinê ew biryar bi tundî protesto kiribûn.

XS
SM
MD
LG