Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zambîya Cara Yekê Kupaya Efrîqî Qezenc Dike


Kaptanê Zambîyayê Christopher Katongo (bi hevalên xwe re serkeftina tîma xwe pîroz dike. Stadyuma Bata. Sibat, 8, 2012.

Tîma futbolê ya Zambîya'ye cara yekê di dîroka xwe de Kupaya Efrîqî qezenc kir, piştî di lîstina fînalê de Derava Diranfîl bi penaltîyan 8-7 têk bir.

Maça dawî ya Yekşemê li paytaxta Gabon, Libreville hate lîstin û dema normal û ya zêdekirî 0-0 dawî bû. Piştî hîngê, 18 lêdanên penaltî hatine kirin û lîstikvanê Zambîya'yê Stophira Sunzu gola serkeftinê tomar kir.

Derava Diranfîl derfeteke mezin ji destê xwe berda, dema stêrkê navdar Didier Drogba nekarî di deqîqaya 70’an de lêdana penaltîyê gol bike.

Serkeftina Zambîya'yê li nêzîkî cîhê bûyera sala 1993’ê pêk hat ku 25 lîstikvanên tîma wê ya netewî di ketina firokeke de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG