Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zana Farqînî: Divê Kurdî Bibe Zimanê Peywerdeya Zarokên Kurd


Zimanzan Zana Farqînî di hevpeyvîna taybet ya ser Roja Cejna Zimanê Kurdî de rewsa zimanê Kurdî li Tirkîye dinirxîne.

Zana Farqînî
Zana Farqînî

Farqînî bi bîr dixe ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji 2006'an vir ve, ev roj anku salvegera destpêbûna Kovara Hawarê ya di 15'ê Gulana 1932'an de, wek roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.

Farqînî rewşa zimanê Kurdî li Tirkîyê ne dilxweşker dibîne, bi sedema ku bi vî zimanî perwerde nayê kirin.

"Di vê sedsalê de ger zimanek nebe zimanê perwerdê, mirov nikare behsa sibêroja wî zimanî bike jiber ku asîmîlasyon bi lez û bez li pêş dikeve. Jiber vê yekê, tenê weşanên Kurdî, dersên hilbijartî têra vê yekê nake ku em bikaribin zimanê xwe derbazî nifşên nû bikin.”

Farqînî bal dikşîne ku li bajarên mezîn, taybetî li Stenbolê bo kesên ku bixwazin hînî Kurdî bibin derfetên pir kêm hene.

“Li Stenbolê tenê komaleyek heye ku bi navê komaleya Xebatên Zimanê Kurdî tê nasîn. Li vê derê tenê bi rêka kursan mirov dikare Kurdî hîn bibe. Li Stenbolê ku bi mîlyonan Kurd lê dijîn, sazîyeke wiha ne pêkan e ku pewîstîyên zimên bi cîh bîne. Xebatên ku têne kirin xebatên dilxwazî û canbexşane ne û bo astengkirina asîmîlasyonê ne.”

MEB_15_05_2019_Zana_Farqînî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:41 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG