Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zargos Osman: Pêwîst e Nuha Maytêkirineke Ji Derve li Sûrîyê Çê Bibe


Penaberên Sûrî li Tirkîyê
Penaberên Sûrî li Tirkîyê

Hate ragihandin ku 2800 hemwelatîyên Sûrîyê ji ber tundûtûjîya li Sûrîyê sînorê Tirkîyê derbas kirine. Hikûmeta Tirkîyê bi aweyekî fermî ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku alîkarîyê wê bike jibo piştgirîya van penaberên nû li ser axa wê. Wekî tê zanîn, jimara penaberên Sûrîyê, ku berê li Tirkîyê bi cî bûne, gihistîye pirtir ji 12 hezaran.

Di vê derbarê de, Birêz Zagros Osman, nivîskarê Kurd, ji Dengê Amerîka re dibêje li gorî standerdên navneteweyî, pêwîs e nuha civaka navneteweyî derbasî Sûrîyê bibe û devera “No-fly Zone” ragihîne.

Birêz Osman her wisa dibêje piranîya gelê Sûrîyê daxwaza maytêkirineke biyanî dike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG