Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf Peymanek Nû Ya Navokî bi Amerîka re Dûr Dibîne


Wezîrê Derve yê Îranê Mohamed Cevad Zarîf

Wezîrê Derve yê Îranê Mohamed Cevad Zarîf roja Duşemê ragihand ku welatê wan giringiyê nade diyaloga bi Amerîka re .

Zarîf ji Helsinki da zanîn ku her navbeynkarîyek û hewildan hebin divê Amerîka vegere ser peymana navokî ya sala 2015 hatî encamdan û sala par xwe jê vekişandî.

Jewad Zarîf di seredana xwe ya Helsinki paytexta Finland de piştî hevdîtina bi Pekka Haavisto hevpîşeyê xwe yê Finlandî re pêkanîn got, Ewrupa hemû hewildanan dike da ku peymana Navokî ya bi Îranê re bihê parastin û rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG