Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

 Piştgiriya Zarokên Qurbanîyên Şerê Navxweyî li Sûriyê


Piştevaniya Zarokên Bûne Qurbana Şer Û Pevçûnan li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê
Piştevaniya Zarokên Bûne Qurbana Şer Û Pevçûnan li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê

Bi armanca piştgiriya zarokên bûne qurbana şer û pevçûnan Li bajarê Qamşlo çalkiyek hat li darxistin.

Rêze çalakî ji roja 15 vê mehê ji hêla komeleya Amal ve hate organize kirin û dê li gorî hejmara bajaran berdewam bibe.

Berpirsa Komeleyê Roza Yûsif ji Dengê Amarîka re diyar kir û got ''Armanca wan ewe ku piştgiriyê bidin zarokên qûrbaniyên şer da ku xwendina xwe temam bikin û behreyên xwe pêşve bibin.''

Roza Yûsif da zinîn ku komeleya wan xwecihî ye. Û çavdêriya hemû zarokên bûne qurbana şer dikin bêyî cûdayî.

Ji ber şerê dijî Daiş, herwiha êrîşên artêşa Tirk û çekdarên bi ser wê ve bandor li ser hezaran Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirîye, û bi sedanbûne êtîm û sêwî.

Rêxistinên ki alîkariya mirovî pêşkeş dikin yên xwecihî hewil didin ku hinekî ji azarên bermahiyên şer li ser zarokan sivk bikin.

Li alîyekî din pirranîya zarokan ji aliyê derûnî ve, di rewşek pirr xerab û ne baş dane.

Endama Rêxistina "Purity" Şaha Mihemed dibêje ew xwe dighînin zarokên ku ziyan ji pevçûnan dîtine bi taybet zarokên ku ti alî an rêxistin xwe naghandine wan ew bi rêya komleyên xwecihî re vê armancê pêktînin.

Li gorî rapoteke ku ji aliyê rêxistina (Save the Children) a cîhanî ji dest pêka şerê li Sûriyê û heya sala 2021 an (4261) Zarok windane, ji bilî ku bi sedhezaran zarok tevlî karê çekdarî hatine kirin.

Li gorî Rêxistna UNICEF 90 ji Sedî ji zarokên Sûriyê Pêwistiya wan bi biştgiryê heye.

Ji aliyê xwe ve komeleya mafên Mirovan a Herêma Cizîrê di raporteke xwe de eşkere dike ku 27,500 zarok li bakur û rojhilatê Sûriyê ziyan ji şer û pevçûnan dîtine û pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Komel û rêxistintên xwecihî hewldidin ku bi rêya karê xwe derdeserî û ziyanên li ser zarokan sivik bikin.

Raporta Qamîşlo 16 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00

Pêşangeha wêneyên çalakiya piştgirîya Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

XS
SM
MD
LG