Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamekî Biyanî yê Tîmeka Tenduristî li Sûriyê Tê Kuştin


Seng ew duyem kes ji aliyê çepê ve ye

Berpirsekî Kurd û çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov dibêjin çekdarên opozisyona Sûrî ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, li bakurê rojhilatê Sûriyê êrşî gurûpeke biyanî ya tenduristî kir û endamekê wê kuşt .

Çavdêriya Sûrî kuştina endamê tîma tenduristî ragihand û got ew ji Asya ye.

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat Mistefa Balî di pêwendiyeke telefonî de li gel Deng Amerîka, kuştina Zau Seng, ku ji welatê Borma ye piştrast kir û got:

“ Tîma Free Burma Rangers an FBR, ew tîmeka xwebexş a hawarçûnê ye, ku bêhtirî salekê ye li herêmê kar dike. Wan di dema rizgarkirina Baghozê de roleke berbiçav a mirovahî lîstiye. Ev tîm di navçeyên şer de alîkariyê ji bo hemî aliyan pêşkêş dike.”

Balî anî ziman ku li beramber karê FBR ê rizgarkirina birîndarên şer, ew karê belgekirinê jî dike.

Balî ragihand ku di bombebaraneke Tirkiyê de du endamên FBR birîndar bûn û yekî ji wan jiyana xwe jidest da.

FBR xwe wek tevgereke xismetên mirovahî yên pir-netew dide nasîn ku kar li Burma, Sûriyê, Îraqê û herêma Kurdistanê dike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG