Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xizmên Polîs Harûn Reşîd Daxwaza Berdana Wî Dikin


Bajarê Zaxo
Bajarê Zaxo

Bi merema hebûna rûpeleke rexneyî li Zaxo, komser Harûn Reşîd ji layê Asayîşa Zaxo ve hatiye girtin û 57 roj in ku ew li zindanê ye.

Berpirsê parêzerên xwebexş bo kar û barên giştî li Duhokê Xetab Omer dufçûna wê bûyerê ji Dengê Amerîka re got ku ta nûke çi belgeyên yasayî di destê Asayîşa Zaxo de nînin ku Harûn pê hatibe girtin.

“Me hewil da ku ew bi kefalet were berdan, lê dadgehê ta niha çi biryar dernexistiye.”

Birayê Harûn, Dilovan Reşîd jî dibêje ku ew ji dadgehê dixwazin ku qanûn serwer be û ew kesên ku yasa binpê dikin werin girtin û birayê wî were azad kirin.

Dilovan herwiha dibêje ku divê keysa birayê wî keyseke kesokî ye û divê nekine sîyasî.

SB_08_21_2019_Harûn_Reşîd
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:04 0:00

XS
SM
MD
LG