Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra New Zealandê Dibêje Ewê bi Rabûna Rêjeya Karanîna Vaksînê Dawî li Karantînê Bînin


Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern

Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern îro Pencşemê da zanîn ku bi rabûna rêjeya karanîna vaksîna vîrusa korona ew dikarin tedbîrên tund yên karantînê sist bikin.

Ardern da zanîn ku li gor armanca wan divê pirtir ji 90 ji sedê welatîyan vaksînan li xwe bidin.

New Zealandê sala borî COVID-19 têk biribû û heta cureya Delta di Tebaxê de li welêt belav bûbû, bi rêjeyeke mezin rojên bê pêketin derbaz kiribûn.

Bajarê herî mezin yê New Zealandê, Auckland hîn di karantînê de ye û Ardern da zanîn ku bi zêdebûna karanîna vaksînan, ewê bi tenê kesên bi vîrusê ketine bixin karantînê.

‘’Gava ew rêjeya karanîna vaksînan bi qasî hewce ye rabe em dikarin vaksînkirinê wek rêyekê bibînin û ji karantînê dûr bikevin.’’ Ardern got.

Heta niha 40 ji sedê giheştîyên New Zealandîyan vaksîn tam li xwe dane û bi qasî 75 ji sedê giheştîyan jî bi kêmî ve dozek li xwe dane.

Karbidestên New Zealandê dibêjin ku do Çarşemê li welêt 15 kesên li Aucklandê bi vîrusa korona ketine û bi vî awayî hejmara pêketîyên ji destpêka pandemîyê vir ve rabûye 1,123 kesan.

Wezîrê Saxlemî yê New Zealandê Ashley Bloomfield di serê vê hefteyê de gotibû ku jinûve qedandina pêketinan dê ji bo wan dijwar be.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG