Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jina Kurd Zeyneb Sekanvend Îro Hate Sêdare Kirin


Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) ragihand ku Zeyneb Sekanvend îro li Zindana Navendî ya Urmîyê hate darve kirin.

Birayê Zeynebê ji ser Twitterê sêdarêkirina xuşka xwe ragihand û got ku termê wê ji malbatê re hatiye dayîn.

Sekanvend ku tenê 24 salî bû, jina 84an e ku di bin desthilata Ruhanî de hate sedarê kirin.

Ew ji gundekî biçûk ya bajarê Maku bû û di 15 salîya xwe, bi dara zorê hatibû zewicandin.

Ew bi qasî du salan bûbû armanca tundîya dijwar û lêdanên rojane yên hevjînê xwe. Dû re, Sekanvend di 17 salîya xwe de, bi tawaana kuştina mêrê xwe hatibû girtin.

Amnesty International do Duşemê di belavokeke awarte te bal kişandibû ser rewşa Sekanvend û ji Îranê xwestibû ku sêdarêkirj awê bisekinîne, lê rejîma Îranê guh neda wê bangê.

XS
SM
MD
LG