Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelanda Nû: 49 Kes di Êrîşên Dijî Mizgeftan de Hatin Kuştin


Li Christchurch ya li rojhilata Zelanda Nû dijî du mizgeftan êrîşên çekdarî hatin li dar xistin.

Polîsên Zelanda Nû dîyar dikin ku di êrîşan de 49 kes hatine kuştin. Êrîşên li mizgeftên bi navê Al Nour û Linwood, dema nimêja Înê pêk hatin.

Berî daxuyanîya polîsan, Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern dabû zanîn ku di mizgeftekê de 30, di ya din din de jî 10 kes hatine kuştin û pirtirê 20 kesan jî bi giranî birîndar bûne.

Ardem ser êrîşê got ku ‘’Yek ji rojên herî tarî yên Zelanda Nû ye’’ û dîyar kir ku wan radeya rewşa awarte ji ya nizm rakiriye ya bilind.

Berpirsên ewlekarîyê didin zanîn piştî êrîşê 4 berguman hatine desteser kirin.


XS
SM
MD
LG