Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelanda Nû Dê bo Çalakîyên Heta 100 Kesî Destûrê Bide


Jacinda Ardern
Jacinda Ardern

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern dîyar kir ku ewê ji roja Înê pê ve bo çalakîyên heta 100 kesî destûrê bidin.

Çaverê ye ku bi vê destûrê çalakîyên dînî jinûve destpê bikin û sînordarkirinên ser beşdarên merasîmên binaxkirinê bi dawî bibin.

Şertên mesafeya civakî yên cîhên qelebalix yên wek îbadetxane û restoranan dê bidomin.

Zelanda Nû di peyvajoya vîrusa korona de bi tedbîrên tund deng da û ew welat ji Nîsanê vir ve wan tedbîran qonax bi qonax sist dike.

XS
SM
MD
LG