Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyên Zelanda Nû Çekên Xwe Radestî Polîsan Dikin


Piştî êrîşên dijî du mizgeftên li Zelanda Nû, ku di encama wan de 50 kes hatibûn kuştin, hin hemwelatîyên wî welatî çekên xwe radestî polîsan kirin.

Li gor agahîyên polîsên Zelanda Nû dide, ji roja Sêşemê vir ve li seranserê welêt 37 kesan çekên xwe dan polîsan.

Piştî êrîşên li Christchurch, li Zelanda Nû nîqaşên ser çekdarîyê destpê kiribûn.

Li ber e ku Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern heta çend rojan guherînên di qanûna çekan de ragihîne.

Medya Zelanda Nû dîyar dike ku dibe ku bi qanûna nû çekên nîv-otomatîk werin qedexe kirin.

Ardern bang li gel kiribû ku çekên xwe radestî polîsan bikin û gotibû ku kesên dixwazin çekan bistînin divê li benda zelalbûna qanûnan bimînin.

XS
SM
MD
LG