Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukraynî Zelensky jiber Korona li Nexweşxaneyê Ye


Zelensky li nexweşxanêcivîna hikûmetê bi rê ve dibe

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky jiber vîrusa korona ji nexweşxaneyê re hatiye rakirin.

Reutersê ji zarê jêderên serokomarîyê da zanîn ku Zelensky piştî bi vîrusa korona ketiye berê çûye malê lê dûre bo tam di karantînê keve û bi kesî re danûstandinê neke biryar daye ku di nexweşxaneyê keve.

Li gor jêderên serokomarîyê, rewişa Zelensky baştir dibe û ‘’tiştekî cidî’’ tune.

Zelensky roja Duşemê dîyar kiribû ku testa wî ya vîrusa korona pozîtîf derketiye.

Xênci Zelensky, parêzvanekî wî, wezîrê aborî û wezîrê berevanîyê jî dabûn zanîn ku ew bi vîrusa korona ketine.

Hejmara rojane ya pêketinên nû yên vîrusa korona yên li Ukrayna bi dawîya Îlonê re careke din bilind bû û di Cotmeh û Mijdarê de jî wisa dom kir.

Kabîneya Zelensky bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire, karantîna giştî ya dawîya hefteyan ragihand.

Jêderên saxlemîyê yên Ukrayna dibêjin ku heta niha li welêt 500,865 kes bi vîrusa korona ketine û 9,145 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG