Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ew Hêvî Dike ku Amerîka Alîkarîyên Xwe Bidomîne


Serokê Ukrayna Zelenskyy
Serokê Ukrayna Zelenskyy

Artêşa Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku Rûsya bi şev bi 22 dronan êrîş birine ser hin herêmên wê û hêzên wê ji wan dronan 21 xistine xwarê.

Wê artêşê dîyar kir ku êrîş li Chernihiv, Dnipropetrovsk, Kyiv, Poltava, Sumy û Zhytomyr li dar ketine.

Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak ji Telegramê ragihand di êrîşên dronî de bi kêmî ve 1 kes birîndar bûye û hin dikanan û xetên gazê zarar dîtine.

Karbidestên Chernivê dibêjin ku muşekeke Rûsî zarar daye xeta elektrîkê.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Pêncşemê ragihand ku dronên Ukrayna li Belgorod, Bryansk û Tambovê hatine pûç kirin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy derengê roja Çarşemê jibo alîkarîya dawî ya Amerîka ragihandiye ku ewê bide Kîevê spasîya Washingtonê kir.

Zelenskyy dîyar kir ku bi çekên tankşikên û fonên jibo kirîna muşekên Patriot û NASAMS ewê leşkerên wan xurt bibin û kanînên wan yên li qada şer jî pêşve herin.

Wî got ku ew bawer dikin ku ewê Amerîka li hember êrîşên Rûsya piştgirîya jibo Ukrayna bidomîne.

Pentagonê do Çarşemê bi awayekî fermî alîkarîya du parçeyî ya pirtir ji 2,3 mîlyar dolarî ya jibo Ukrayna ragihand.

Di alîkarîya pêşî de ji stokên Amerîka roket û çekên topavêj yên bi 150 mîlyon dolarî hene.

Parçeya duyê ya alîkarîyê ya pirtir ji 2,2 mîlyar dolarî wê jibo kirîna muşekên Patriot û NASAMSê were karanîn ku ewê sîstem piştî montekirinê werin dayîn.

Alîkarî rojek piştî ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin li Pentagonê mazuvanîya hevtayê xwe yê Ukraynî Rustem Umerov kir hat ragihandin.

Austin berî civînê ji Umerov re got ku Ukrayna di têkoşîneke dijwar de ye û dîyar kir ku Kremlîn bombebaran dijî sîvîl û bajaran berfireh dike.

Wî got ku Ukrayna ne bi tenê ye û ewê Amerîka alîkarîya xwe bidomîne.

Ew paketa alîkarîyê hefteyek berî hilcivîna NATO ya bi mazuvanîya Amerîka hat ragihandin.

Jêder: VOA, Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG