Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê ragihand ku ewê jibo têkoşîna dijî hêzên Rûsî di programên xwe yên leşkerî de hin guhertinan bikin.
Zelenskyy dîyar kir ku wî ferman daye karbidesên payabilind ku ser bernivîsê bixebitin.
‘’Ewê ser planê bixebitin û hemî hûrgilîyan nîşan biddin, ezê hefteya pêş vê planê bibînim. Emê ser kêşeyên li navendên leşkeran jî danûstandinan bikin."
Kîev bernameyên seferberîyê û hejmara leşkerên hatine kuştin eşkere nake, lê
Ukrayna di bin givaştinê de ye hejmara leşkerên xwe zêde bike.
Hin ofîsên Ukrayna bi skandalên wek perexwarinê ketin rojevê. Jimareke parlamanterên Ukraynî serê vê hefteyê ragihandibû ku ew jibo seferberîyê bernivîseke berfireh hazir dikin.
Zelenskyy meha Tebaxê piştî bûyerên perxwarin û revîna ji leşkerîyê, hemî fermandarên navendên leşkergirtinê ji kar dûr xistibûn.
Jêder: Reuters