Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy li Civata Ewlekarî ya NY'ê Beşdarî Civîneke Taybet ya Ser Ukrayna Dibe


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) beşdarî civînê taybet ya ser welatê wî dibe.

Di civînê de, beşdar dê ser biryarên NY’ê yên derbarê rêzdarîya jibo serwerî û yekîtîya axê biaxifin.

Zelenskyy û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dê li heman salonê bin ku ev dikare rewşeke taybet çêke.

Pêr Duşemê, Zelenskyy ser civîna taybet ku ku NY’ê hîn jî cîh dide terorîstên Rûsî.

Li Civata Ewlekarî ya NY, Rûsya, Amerîka Çîn, Fransa û Brîtanya endamên serekî ne û mafên wan yên vetoyê heye.

Serokê Amerîka Joe Biden jî dê bi şexsê xwe beşdarîyê li civînê bike.

Rûsya, Fransa, Çîn û Brîtanya jibo serokên xwe ti plana beşdarîyê ranegihandin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG