Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Banga Derbaskirina Bilez A Alîkariyan Li Senatoya Amerîkî Dike


Serokê Uraynayê Volodymyr Zelenskyy
Serokê Uraynayê Volodymyr Zelenskyy

Serokê Uraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Yekşemê pêşwaziya derbaskirina 60 milyar dolar alîkarî ji bo Ukraynayê ji aliyê Meclisa Nûneran ya Amerîkayê ve kir, lê ji Washingtonê xwest ku bilez projebiryara qanûnê bike qanûn û dest bi veguhestina çekan bike û got, çekên dûravêj û pergalên berevaniya esmanî. pêşîniyên sereke e.

Di hevpeyvînekê de ligel bernameya"Meet the Press" ya kenala NBC, Zelenskyy got ku pejirandina projebiryarê dê peyamek bihêz bide Rûsyayê ku Washington bi Kyiv re radiweste û ew ê nebe "Afganîstaneke duyemîn".

Zelenskyy bi rêya wergêr got: "Ez bawer im ku ev piştgirî dê bi rastî hêzên çekdar ên Ukraynayê bihêz bike û dê şansê me yê serketinê hebe."

Ukraynayê gelek caran ji rêveberiya Amerîkayê teknolijiyên mûşekan ên pêşketî (ATACMS) xwestibû û soz dabû ku wan di nava axa Rûsyayê de bi kar neyne.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê, bi piştgirîya herdu partîyan, pakêtek qanûnî ya 95 mîlyar dolarî pejirand ku alîkariya ewlehiyê ji Ukrayna, Îsraîl û Taywanê re peyda dike. Alîkariya ji bo Ukraynayê bi mehan hatibû rawestandin, ji ber dijberiya namzedê seroktiyê yê Komarî Donald Trump, ku ji parlamenterên Komarî xwest ku wê asteng bikin.

Niha qanûn derbasî Senatoyê ya ku piraniya wê Demokrat e, dibe. Rêberên Amerîkî, ji Serokê Demokrat Joe Biden heta Komarîyê radebilind yê Senatoyê Mitch McConnell, ji Serokê Meclisa Komarî Mike Johnson daxwaz kiribûn ku pirojebiryarê daxe dengdanê.

Tê pêşbînîkirin ku Senato roja Sêşemê dest bi nirxandina projebiryarê bike. Tê çaverêkirin ku derbasbûna dawî di hefteya pêş de be, ku dê rê li ber Biden veke ku wê îmze bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG