Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ew Bin Zivistana Dijwar Şerî Rûsan Dikin


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê got ku yekîneyên wan yên li rojhilat jiber şertên giran yên zivistanê operasyonên dijwar yên berevanîyê dimeşînin.

Zelenskyy dîyar kir ku hêzên li başûr jî lidarxistina operasyonên êrîşan didomînin.

Hêzên Rûsî mehên payîzê êrîş birin ser enîyên Ukrayna yên li rojhilat û hewil dan ku li hêla Avdiivka, Lyman û Kupianskê pêşve herin.

‘’Şertên giran yên hewayê, li enîyên Lyman, Bakhmut, Donetsk û Aviivka berevanîyên dijwar. Li başûr operasyonên êrîşê’’ Zelenskyy ji Telegramê got.

Bi şertên giran yên zivistanê dibe ku rewşa şer ya li qadê aloztir bibe.

Rûsya, ku Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû, ji pênc paran pareke wî welatî xistiye bin kontrola xwe.

Kîevê havîna borî jibo axên xwe bistîne dest bi operasyonan kir, lê serketine mezin bi dest nexist.

Li Avdiivka ji Cotmehê vir ve hin pêlên êrîşan çêdibin.

Jêderên xwecîhî dîyar dikin ku yekîneyên Rûsî êrîşên xwe yên li herêmê zêdetir kirine.

Fermandarê Ukraynî Oleksandr Tarnavskyi ji Telegramê dîyar kir ku ew bi awayekî xurt berevanîya li hêla Aviivka didomînin.
Tarnavskyi go ku ew li enîya Melitopoljî operasyonên êrîşan li dar dixin.

Artêşa Ukraynî radigihine ku serê pirên li rojhilatê Çemê Dnipro jî ketiye destê wê ku ew di demên pêşî yên şer de ketibû destê hêzên Rûsî.

XS
SM
MD
LG