Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy îro Pêncşemê bang li welatên Rojava kir ku Rûsya derxînin pêşberî dadmendîyê.
Volodymyr Zelenskiyy dîyar kir ku kiryarên Moskowê ne tenê dijî Ukraynayê ne, lê hevdem dijî Ewrupa jî ne.
"Ka Werin em rastego bin, ji destpêkê ve kiryarên Rûsya ne tenê dijî Ukrayna, lê hevdem dijî Ewrupayê jî bûn," Zelenskiyy got.
Zelenskiyy ji parlementerên Yunanî re gotareke onlaynî pêşkeş kir û bahsa rewşa herî dawî ya şerê li Ukrayna kir.
"Em dikarin Rusya û tevahîya êrîşkerên din yên hîn bikin ku yên şer hildibijêrin wê her dem winda bikin; yên ku bi krîza aborî û bi enerjîyê Ewrupa dikin zorê wê her dem winda dikin," Zelenskiyy got.
Wî herwiha banga xwe ya bo zêdekirina givaştinên ser Rûsya dubare kir û got ku divê cîhana demokratîk kirîna petrola Rûsî red bike û bankên Rûsî divê bi tevahî ji sîstema darayî ya navneteweyî werin derxistin.