Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê ji Kongresa Amerîka re gotareke onlaynî peşkeş kir û ji qanûndanerên Amerîkî daxwaza alîkarîyê kir.
Seroka Kongresê Nancy Pelosi, Serokê Ukraynayê da nasandin û bi peyîvên Ukraynî "Slava Ukraini" yan " Jibo Ukrayna Serfirazî" peşwazîya Zelenskyy kir.
Zelenskyy jî sipasî ya Pelosî û endamên Kongresê kir û dest bi gotara xwe kir.
"Ez serbilind im ku ji Ukrayna, ji paytexta me Kîevê silavan li we dikim, bajarekî ku her roj di bin mûşek û êrîşên esmanî yên hêzên Rûsî de ye, lê em dest ji wê bernadin ", Zelenskyy got.
Wî bi berdewamî got ku niha çarenivîsa welatê wî Ukrayna tê dîyar kirin.
"Hevalno, wek Amerîkî di dîroka we ya mezin de rûpelên ku dihêle hun Ukraynîyan fem bikin, me fêm bikin hene. Dema niha jî yel ji wan deman e ku em demûdest hewceyî we ne."
Wî got ku Ukraynî û Amerîkî xwedîyê gelek tiştên hevpar in, bi taybet jî daxwaza ku bi azadî bijîn.
Zelenskyy herwiha êrîşa Japonya ya 1941'an ya dijî bingeha deryayî ya Amerîkî li Pearl Harbor, Hawaî û ya 11'ê Îlona 2001'an bi bîr xist û got ku Ukrayna her roj rastî heman cureyên êrîşan tê.
"Bînin bîra xwe, 11'ê Îlonê, rojeke metirsîdar ya di sala 2001'an de, dema ku şeytan hewl da ku bajarên Amerî veguherîne qadên şer, dema ku mirovên bêguneh ji esman hatin êrîş kirin, mîna ku ti kesekî çaverê nedikir û hunê nekaribin wê rawestînin. Welatê me heman tiştkî tecrube dike, her roj, niha di vê kêlîyê de," Zelenskyy got.
Wî herwiha di axaftina xwe de qala gotara rêberê mafan yê Amerîkî Martin Luther King Jr. "Xewneke Min Heye" kir.
"Her yek ji we gotara 'Xewneke Min Heye' dizane. Îro, ez dikarim bibêjim ku pêdivîyeke min heye. Divê ez esmanê xwe biparêzim. Ez hewceyê biryara we me, alîkarîya we me; ya ku wateyê vê ev e: bi tevahî mîna dema ku hun peyîvên 'Xewneke Min Heye' dibihîstin."
Zelenskyy careke din daxwaz kir ku herêmeke bêfirin li ser Ukrayna were danîn û got ku Rûsya esmanê Ukrayna bo bi hezaran mirovan veguherandiye çavkanîya mirinê.
"Gelo ma ev daxwaze ku pir mezin e ku avakirina mirov herêmeke bêfirin li ser Ukrayna bixwaze da ku mirovan rizgar bike? Esmanê Ukraynî bigirin!."
Zelenskyy got ku ger herêma mirovahî ya qedexeya firînê ya ser Ukrayna hebe, Rûsya wê nikaribe bajarên wan yên azad bitirsîne.
Lê, wî dîyar kir ku ger ev yek ne pêkan be, bila Amerîka zêdetir çekan zêdetir bide bo ku Ukrayna dijî êrîşên Rûsyayê şer bike.
"Heke ev daxwazeke pir be, em alternatîfeke pêşkêş dikin. Hun dizanin ku em bi kîjan sîstemên parastinê, S-300 û sîstemên din berxwe didin," Zelenskyy behsa sîstemên mûşekên serdema Sovyetê kir.
Sewrokê Ukraynî bi berdewamî got ku ew jibo her tiştê ku Amerîka kiriye, sipasdar in. Wî daxwaz kir ku Amerîka, xurtkirina toleyan jî di nav de li dijî Rûsyayê pirtir gavan bavêje.
"Divê hemû kompanîyên Amerîkî ji bazara Rûsyayê derkevin, jiber ku ew bi xwîna me hatiye avdan."
Zelenskyy hevpeymaneke nû ya welatan jî pêşnîyar kir ku wê di siberojê de li hemberî êrîşeke bi wî rengî bi hev re bisekinin.
Wî gotara xwe bi peyvên rasterast yên ji Biden re bi Îngîlîzî bi dawî anî û sipasdarîya xwe anî ziman.
"Ez ji Serok Biden re dibêjim: Tu serokê gel î, gelê xwe yê wêrek î. Hêvî dikim ku tu bibe rêberê cîhanê. Bûyîna rêberê cîhanê tê wateya ku miro bibe rêberê aştîyê. Sipas dikim," Zelenskyy got.