Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê li Hilcivîna NATO ya li Madrîdê ji reberên hevalbendîyê gotarekî onlaynî pêş keş kir.
Zelenskyy ji beşdaran re got ku Ukrayna di şerê dijî dagirkirina Rûsya de hewceyî çekên nûjen û pirtir alîkarîya diravî ye.
"Divê hevpeymanî alîkarîya Ukrayna bikin ku Rûsyayê têk bibe yan jî hunê bi şerekî bi Rûsya re rûbirû bimînin. Loma em ji NATO sîstemên topavêj yên nûjentir dixwazin ku pêşî li êrîşên Rûsya bidin."
Zelenskyy bi berdewamî got ku divê ew avantaja topavêjên Rûsya bişkînin, loma pêdivîya wan bi sîstemên pêşketî yên topavêjan heye.
Serokê Ukraynî herwiha got ku piştgirîya darayî ji alîkarîya bi çekan ne kêmtir girîng e.
"Rûsya hîn jî her roj bi mîlyaran distîne û bo şer xerc dike. Kêmahîya me ya bi mîlyar dolarî heye, petrol û gaza me tune ku em vê bi cîh bikin."
Zelenskyy da zanîn ku ew jibo parastina Ukrayna mehê hewceyî 5 mîlyar dolar in.
Wî herwiha xemgînîya xwe jî anî ziman ku NATO Kîevê wek ne hêjayî têkilîyên nêzîktir ditîye.
“Ma ked û fêdekarîya me ya jibo parastina Ewrupa û tevahîya cîhanê têr nekir? Ma wekî din çi maye ku emê bikin?” Zelenskyy di dawîya axaftina xwe de got.