Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Danûstandinên Rûsya û Ukrayna li Ber Rawestanê Ne


Antony Blinken, Lloyd Austin meets Volodymyr Zelenskyy in Kyiv April 24, 2022
Antony Blinken, Lloyd Austin meets Volodymyr Zelenskyy in Kyiv April 24, 2022

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rîska bidawîbûna danûstandinên aştîyê yên Rûsya û Ukrayna mezin e.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand.

Zelenskyy dîyar kir ku jiber hovîtîya leşkerên Rûs hêrsa gelê Ukraynî rabûye.

Wî ji rojnamevanên Polonyayî re da zanîn ku Ukraynî jiber hovîtîyê dixwazin wan leşkeran bikujin û got ku di vê rewişê de danûstandin dijwar dibe.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî ser bidawîbûna danûstandinan Ukrayna tawanbar kir.

Lavrov da zanîn ku jiber ku Ukrayna di danûstandinan de pozîsyona xwe guherandiye danûstandin rawestîne.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya bo kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava kiryarên Moskowê wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG