Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro di peyameke vîdyoyî de bang li Ukraynîyan kir ku berxwedana xwe bidomînin, lê wî agahî neda ku Rûsan ti bajarek girtine yan na.
Zelenskiyy ragihand ku topbarana ser Ukraynayê bênavber berdewam dike.
Wî da zanîn Ukrayna rojane çekan ji hevalbendên xwe yên navneteweyî werdigire.
Zelenskiyy got ku Ukraynîyan du şerên cîhanî dîtine, xelaya Holodomor, Holocaust, terora Sovyetê, peqîna navokî ya Çernobîlê û herwiha dagirkirina Qirimê ya ji hêla Rûsyayê ve û piştgirîkirina serhildêrên li rojhilat.
"Axa me ne ya herî mezin e. Çekên me yên navokî tuneye, em petrol û gazê bo bazarên navneteweyî peyda nakin. Lê, gelê me heye. Welatê me heye. Em bo welatê xwe şer dikin."
Zelenskiyy hevdem bang li leşkerên Rûsî kir ku vegerin malên xwe. "Ew zarok têne bi kar anîn. Ew aştîyê li vir nabînin."
Zelenskiyy jiSerokê Rûsî Vladimir Putin re jî peyamek şand.
"Here kesên xwe yên Rûsî diaxifin rizgar bike. Ne li seranserê cîhanê - lê li mala xwe. Gelek ji wan li wir hene, nêzî 150 mîlyon in. Bo vir jî - rûmet bo Ukraynayê!"
Daxuyaniyên wî di demekê de tên ku Rûsya ji destpêka dagirkirinê ve cara yekê qebûl kir ku nêzî 500 leşkerên Rûsî di pevçûnande de hatine kuştin û derdora 1.600 jî birîndar bûne.
Ukraynayê heya niha hejmara qurbanîyên hêzên xwe yên leşkerî eşkere nekirine.
Ofîsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku ji destpêka êrîşa 24'ê Sibatê vir ve herî kêm 227 sivîl li Ukraynayê hatine kuştin û 525 jî birîndar bûne.
Rêvebirîya Xizmetên Rewşa Awarte ya Dewletê ya Ukraynayê ragihand ku heya niha zêdetirî 2.000 sivîl hatine kuştin.
Çaverê ye ku şandeyên Rûsya û Ukrayna îro Pêncşemê li Belarûsê danûstandinan bikin; gera duyê ya rûbirû ji dema dagirkirina Rûsya ya heşt rojan berê.