Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy û Scholz Ser Toleyên Dijî Moskowê Axifîn


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û hemtayê wî yê Alman Olaf Scholz îro Sêşemê axifîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokomarê Ukrayna Zelenskyy ragihand.

Zelenskyy da zanîn ku ew û Scholz derbarê şerê bi Rûsya re peyivîne.

Wî dîyar kir ku wan ser zêdekiria toleyên dijî Moskowê jî danûstandin kiriye.

Serokomarê Ukrayna da zanîn ku ew di rêka endamtîya bo Yekîtîya Ewrupa (YE) de Berlîn pirtir piştgirîyê bide Kîevê.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kirên xwe yên li Ukrayna dibêje kr e, lê welatên Rojava wê wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG