Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ew Nêzî Serketinê Ne


Serokwezîrê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku ewê di şerê dijî Rûsya de bi ser kevin.

Zelenskyy da zanîn ku ew di rewişa niha de nêzî serketinê ne.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson gotibû di şerê Rûsya û Ukrayna de serketina Moskowê pirtir nêzîkî rastîyê ye.

CNN’ê ji Zelenskyy ew şiroveya Johson pirsî. Zelenskyy ser pirsa CNN’ê da zanîn ku ew ji xwe bawer in û ewê di demeke nêz de bi ser kevin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir.

Welatên Rojava bo kiryarên Rûsya yên li Ukrayna dibêjin ‘’dagirkirin’’ e, lê Moskow dîyar dike ku ew ‘’operasyoneke taybet’’ li dar dixe.

XS
SM
MD
LG