Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Zêmarên Kurdên Alevî"


Kompanya Muzikê Kalanê, di sala 2011'ê de berhemeke balkêş û taybet çap kir ku ev berhem ji CD û pirtûka Zêmaran an hewar û kilamên şînê ên Kurdên Alevî pêk tê. Albûm û kitêba ku bi navê "Zêmarên Kurdên Alevî" hat çap kirin. Xebata dûr û dîrêj ya berhevkara Kurd Besê Aslan e. Ev xebata balkêş, encama xebatên 7 salan e û ji nav 350 zêmaran hatine bijartin.

Albûm ji 12 zêmarên cûda pêk tên ku zêmarên li ser xwekuştinê, zêmarên li ser gund, zêmarên li ser keçika bê miraz, zêmarên ku li xerîbîstanê mirîye çend cûreyên zêmarên di albûmê da ne. Hêjayî gotinê ye ku tespîta ton û meqama zêmarên nav albûmê de jî hatîye tespît kirin û wek zanyarî di kitêbê de hatîye nîşan kirin.

Berhevkara "Zêmarên Kurdên Alevî "Besê Aslan jibo gohdarên Dengê Amerîka destnîşan kir ku Kurd xwedîyê çanda zardevkî ne û jiber vê yekê jî dema ku soz û gotin neyên tomar kirin an qeyd kirin tên jibîr kirin. Besê Aslan da zanîn ku li ser vê hizrê 9 salan li dehan gundên devera Mereş û Elbîstanê gerîyaye û bi sedan çîrok, metelok, zêmar û serhatîyan li ba xwe tomar kirîye da ku hinda nebin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:44 0:00
Direct link

Berhevkar û lêkolînera ciwan destnîşan kir ku jibo xebata zêmaran di nav 6 salan de beşdarê nêzîkê 350 cenazeyan bûye, heta ku mirîyan şûştîye û ketîye otopsîyan jî. Berhevkara ciwan destnîşan kir ku di Alevîyan de xizmet jibo heq e, lewma jî li tu şîn û hewarîyek rastê bertikên neyênî nehatîye. Besê Aslan da zanîn ku piştî ku berhem derketîye şûnda pê hesîyaye ku ev xebat li, ser derûnîya wê çiqas bandorek neyênî hiştîye.

Xebata yekê ya berhevkirinên Besê Aslan, di sala 2005'an de bi navê "Sîya Dara Hinarê Tuneye" çap bû. Xebata wê ya arşîvî ya muzîkî ya kal û pîrên Kurden Alevî jî bi navê "Xema Çel Meqamî " di sala 2007'an de hat weşandin. Di sala 2008'an de jî xebata wê ya arşîvî ya bi navê "Dîwana Pîran" hat çap kirin.
XS
SM
MD
LG