Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zengene: Divê Jinên Kurd li Navendên Biryarê Beşdar Bin


بھارت کے مختلف علاقے ان دنوں شدید گرمی کی لپیٹ میں ہیں۔
بھارت کے مختلف علاقے ان دنوں شدید گرمی کی لپیٹ میں ہیں۔

Konferansa neteweyî ya jinên Kurd roja Sêşemê li Hewlêrê destpêkir û du rojan berdewam dibe.

Di wê konferansê de bi sedan jinên Kurd ji Îraq, Tirkîye, Îran, Sûrîye û Ewropayê beşdar in.

Maf, rol û prisgirêkên jinan û çewaniya çareserkirina wan pirsên serekî yên wê konferansê ne.

Di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîka, Pexşan Zengene Seroka Civata Bilind ya Karûbarên Jinan li Kurdistana Îraqê dibêje ku pêdiviye jinên Kurd rijd bin ku li navendên biryarê beşdar bin.

Birêz Zengehe, ku endama berê ya parlemana Herêma Kurdistanê ye, herwiha dibêje ku bi demokrasî û wekheviya civakî, jinên Kurd dikarin bigihin mafên xwe.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Zengene re, fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG