Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zextên li Ser Jeff Sessions Zêde Dibin


Zextên li ser Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions zêde dibin. Kongres, Sessions jiber kombûna wî ya bi balyozê kevn yê Rûsya re, Qesra Sipî jî jiber vekişîna wî ya ji vekolîna Rûsya rexne dike.

Serok Trump, Sessions li ser Twitterê rexne kir û dîyar kir ku divê berbijara Demokrat ya par Hillary Clinton were vekolîn.

Serokê Amerîka da zanîn ku "Sessions, li hember sûcên ku Clinton kirine pir qels maye" got ku "çima ew sûcên Hillary ya sextekar û peywendîyên wê yên bi Rûsya re venakole."

Senator Dianne Feinstein yê Demokrat, ku endamê Komîsyona Dadê yê Senato ye, xwest ku Sessions derbarê hevdîtina xwe ya bi Balyozê Kevn yê Rûsya li Washingtonê Sergey Kislyak re îfade bide.

Washington Post roja Înê dîyar kir ku Kislyak ji Kremlînê re daye zanîn ku bi Sessions re ser mijarên kempeyna hilbijartinê axifîye. Sessions gotibû ku ew derbarê hilbijartinê neaxifîne.

Komîsyona Dadê yê Senato, karên Wezareta Dadê kontrol dike. Komîsyon, yek ji komîsyonên Kongresê yên ku maytekirina Rûsya ya di hilbijartina seroktîyê vedikole ye.

Di meha Adarê de, Sessions jiber rexneyên ser wî yên ku dîyar dikirin ku ew hurgilîyên hevdîtina bi Kislyak re nabêje, ji vekolîna Rûsya vekişîyabû.

Sessions tawanên dijî wî red dike û dide zanîn ku wî ti agahîyên şaş nedaye Komîsyona Dadê.

Serok Trump jiber vekişîna Sessions ya ji vekolîna Rûsya, bertekan nîşan dide.

Tevî rexneyên Trump jî Sessions dîyar kir ku ew dixwaze wek wezîrê dadê li ser karê xwe bimîne.

Serok Trump hefteya borî ji New York Times re gotibû ku "ger min zanibûya Sessions ewê xwe ji vekolîna Rûsya vekişîne, min ew nedikir wezîrê dadê"

XS
SM
MD
LG