Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Futbolîstê Navdar Zidane li Dijî Le Pen Hişyarî Dide


Reuters’ê ragihand ku futbolîstê navdar Zinedine Zidane bang li Fransîyan kir ku di hilbijartinê de dengê xwe nedin Marine Le Pen ya Enîya Neteweperest.

Zidane bi bîr xist ku di sala 2002’yan de jî li dijî rastgirên tundrê sekinîye.

‘’Eynî wek sala 2002’yan ne niha, ez dûrî hizrên wisa me. Ji Enîya Neteweperest dûr im û divê herkes bi qasî ji dest tê dûrî wê bisekine’’ Zidane got.

Li gor anketeke dawî ya kanala LCP’ê, Emmanuel Macronê li siyaseta navendî ye 61 ji sedê dengan distîne û Le Pen jî 39 ji sedê.

Gelek berbijêrên ku di gera yekê ya hilbijartina Fransa de têk çûn eşkere kirin ku ewê dengê xwe bidin Macron. Hin navdarên wek Zidane, tevî ku piştgirîya xwe jibo Macron nîşan nadin jî dibêjin ku dengê xwe nedin Le Pen.

Hejayî bîrxistinê ye, Zidane li Marseille hatîye dinê û bi eslê xwe ji Cezayîrê ye.

XS
SM
MD
LG