Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîma Xelata Ziman ya Feqî Huseyîn Sagniç li Stenbolê


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ‘Xelata Ziman ya Feqî Huseyîn Sagniç’ ku her sal dide kes û sazîyên xebatê li ser Kurdî dikin, îsal da Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ya Kurdên Sûrîyê.

Merasîma xelatdayînê do êvarê anku 12’ê Adarê roja salvegera wefata Feqî Huseyîn Sagniç, bi beşdarîya gelek kesayetên Kurd û kurdîhezan li Stenbolê pêk hat.

Xelata Ziman ji alîyê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî û kurê Feqî Huseyîn Sagniç, Azad Sagniç ve ji rêvebirên SZK’ê Nesrîn Qamişlo û Mîrza Şingalî re hate pêşkeş kirin.

Her du xelatgiran jî li ser navê SZK’ê spasîyên xwe ji Enstîtuya Kurdî re kirin ku kêfxweşîya xwe jibo wergirtina vê xelata watedar anîn ziman.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zana Farqînî di axaftina xwe ya merasîmê de, bal kişand ser xwedîderketina li hêjayîyên gelê Kurd yên wek Feqî Huseyîn Sagniç.
Dost û hevalên Feqî Huseyîn jî li ser xebatên wî yên hêja û bîranîna wî peyivîn ku yek ji wan jî xanima wî Rabîa Sagniç bû.

Kurê Feqî, Azad Sagniç jî ji Dengê Amerîka re behsa bavîtîya Feqî û têkoşîna wî ya jibo doza Kurdî kir.

Xelatgirên Sazîya Zimanê Kurdî ya Kurdên Sûrîyê piştî merasîmê ev xelata taybet û rewşa perwerdehîya zimanê Kurdî li bajarên Kurdan yên Sûrîyê ji Dengê Amerîka nirxandin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG