Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Znara Ehmed: Dixwazim Rewşenbîrîya Hunerî di Nav Kurdan de Cîh Bigire


Hunermend û mamosteya hunerê Znara Ehmed bi çend salên kêm û kurt dikarîbû li Hewlêrê navenda xwe ya taybet bi hunerî veke di bin anavê Sêv Galîrî û rolekê girîng di perwerdekirina hunerê de bilîze.

Znara li bajarê Dêrikê li herêma kurdî li Sûriyê ji dayik bûye .

Li Enstûtiya Hunerên Hînandayî li Dîmeşq paytexta Sûriyê, bawernameya xwe ya hunerî wergirt û çend salan li wir xebatên hunerî kir bi taybetî li ser sîramî.

Ji ber şerê Sûriyê ew koçberî herêma kurdistana Îraqê bû û li Hewlêrê bi cî bû.

Sêv Galîrî li Hewlêr ava kir û dest bi perwerdekirina zarok û gêncên kurdan kir .

Bi alîkariya Navenda Gohtê ya Elmanî li Bexdayê, Zinara dest bi pioja Hêlan kir, ku ew rê li ber hunermendên xwecîhî vedike û hunera wan bi civakê dide nasîn.

Yek ji armancên serekî yê Znara ew e ku rewşenbîriya hunerî di nav civaka kurdî de zêde bibe û derbasî her malaekê bibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:06 0:00



Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG