Li Tirkîyê rojnamevan jiber parvekirinên medya civakî dibin armanca dozên curbicur û ceza dixwin.
Yek ji wan rojnamevanan, Zubeyde Sari ye ku jiber parvekirinên ser medya civakî yên sala 2017’an de, bi tawana “Bi awayekî vekirî belavkirina kîndarî û dijmintî di nav gel de” li Stenbolê doz hat vekirin.
Di çarçoveya vê dozê de dozger ji salekê heta 3 salan cezayê zindanê jibo rojnamevana Kurd Sari xwest.
Herwiha di doznameyê de, ji alîyê dozger ve tê îdiakirin ku di parvekirinên Sari de “Bi awayekî vekirî belavkirina kîndarî û dijmintî di navbera kesên bi eslê xwe Kurd ku beşek ya gel e, li dijî kesên bi eslê xwe Tirk ên ku beşeke din a gel e kiriye.”
Lê rojnamevan Sari hemî tawanên dijî xwe red dike û dibêje ku hemî parvekirinên wê nûçe û bi karê wê ve girêdayî ne. Wê dîyar kir lêpirsîna di derbarê wê de bi gilîya Emnîyeta Stenbolê hatiye vekirin.
“Hemî parvekirinên min yên peyva Kurd nav de hene ji nav parvekirinên min ên din hatine bijartin û di doznameyê de cîh digire. Lêpirsîn bi gilîya Midûrîyeta Emnîyetê, sala 2019’an de hatiye vekirin. Dema jibo îfadedayîna lêpirsînê bangî min kirin, min bawer dikir ku tawanên dijî min dê bikeve. Jiber vê yekê min parêzer jî negirt.”
Dîsa Sari di berdewamîya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku bi zextan tê xwestin ku rojnamevan werin bêdengkirin û lê wê anî ziman û got ku rojnamevan li hemberî van zextan serî natewînin.
“Li erdnîgarîya Tirkîyê û Rojhilata Navîn jîyan jibo jinan pir zor e. Lê eger hûn hem Kurd hem jin hem rojnamevan û hem jî dijber bin jîyan pir zortir e. Ez naxwazim rojnamevanan wek jin û mêr ji hev veqetînim. Lê tişta xuya dike û em hemû dibînin rojnamevanên jin zêdetir dibin armanca zextan. Li welatên din, li Ewrupa kamera, mîkrofon û qerta rojnamevanîyê tera rojnamevanan dike. Lê li Tirkîyê rojnamevan pêşîn neçar dimînin ku jîyana xwe biparêzin, cîhê xwe baş bigirin û nebin armanca tundîya polîsan.”
Hêjayî gotinê ye ku Sari ev 11 sal in karê rojnamevanîyê dike û niha jî bi awayekî çalak li Arti TV dixebite. Sari berîya niha jî li sazîyên wek ÎMC TV, BBC, Ozguruz jî kar kiriye.
Rûniştina duyan ya vê doza Sari wê di 16 Hezîran’ê Dadgeha Cezayê Asliye ya 24’an a Bakirkoy a Stenbolê ve were dîtin.