Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYD: Em Rê Nadin Kesek Were Devera Kurdan Xirab Bike


Berpirsekî Partîya Yekîtîya Demokrat dibêje ku Artêşa Azad a Sûrîyê berpirs e hemberî şer û pevçûnên navbera Yekîneyên Parastina Gel û Artêşa Azad li Helebê. Di wan pevçûnan de bi dehan kes hatin kuştin yan birîndar bûn, li gorî raportan.

Zûhat Kobanî, berpirsê têkelîyên derve yên PYD’ê, dibêje ku hindek alî dixwazin rewşa deverên Kurdan li Sûrîyê aloz bikin û dixwazin ku şer li navbera YPG û Artêşa Azad çê bibe.

Birêz Kobanî dibêje ku Kurdan artêşa xwe çê kiriye û gerek her kesek devera xwe biparêze.

Kobanî herwiha got ku “em rê nadin kesek were devera Kurdan xirab bike, kî dibe bila bibe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG