Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zûhat Kobanî: Kurd Hikûmeta Hîto Napejirînin


Opozisyona Sûrîyê kar dike jibo avakirina hikûmeteke întîqalî, piştî li heftîya bihurî Xessan Hîto wek serokwezîrê demkî hate hilbijartin.

Hejmareke komeleyên opozisyona Sûrîyê, di nav de partîyên Kurdî jî, pêkanîna hikûmeteke întîqalî rexne kirin.

Zûhat Kobanî, nûnerê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) li Ewropayê û endamê komîteya têkelîyan yê Desteya Bilind a Kurd dibêje ku jibo pêkanîna hikûmeta opozisyonê, danûstandin bi Desteya Bilind a Kurd re nehatine kirin û Kurd wê hikûmetê napejirînin û rast nabînin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Kobanî got ku pirsgirêke serekî mafê gelê Kurd e, eger opozisyona Ereb mafê gelê Kurd “wek miletekî qebûl bikin, problemê me tuneye.”

Birêz Kobanî herwiha got ku “bêy Kurdan li Sûrîyê qed ne mumkîn e ku pirsgirêk werine çareserkirin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG