Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerê Doza Kuştina Benazîr Butto Hate Kuştin


Çekdarên nenas li Pakistanê dozger Chaudhry Zulfîqar kuşt ku berpirsê vekolîna kuştinkarîya serokwezîra berê Benezîr Butto ya sala 2007'ê bû.

Tê ragihandin ku Zulfîqar herwiha serdozgerîya êrîşên kujêr yên bajarê Mumbai ya paytaxa darayî ya Pakistanê jî dikir.

Polîs û dîdevan dibêjin, dozger Zulfîqar di rê de bû ku here dadgeha dij-terorê, gava çekdaran rêka wê birîn û ew kuştin.

Di êrîşê de herwiha jinek jî hate kuştin ku dema êrîşê li cîhê bûyerê bû û zerevanê fermî yê Zulfîqar jî birîndar bû.
XS
SM
MD
LG