Lînkên eksesibilîtî

Reuters: Artêşa Îraqê ji Zumarê Êrîşî Enîyên Pêşmerge Dike


Reuters’ê ji zarê Konseya Ewlekarîya Herêma Kurdistanê ragihand ku Artêşa Îraqê dijî yekîneyên pêşmerge yên li ber sînorê Tirkîyê dest bi operasyonê kiriye.

Konseyê dîyar kir ku hêzên Îraqî û Heşdî Şaabî yên bi piştgirîya Îranê, ji Zumar ya li bakurê rojavayê Mûsilê bi topên giran êrîş birine ser enîyên pêşmerge.

Ji alîyê din ve, serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî îro Pêncşemê da zanîn ku bo El-Qaîm û Rawa, ku li ber sînorê Sûrîyê ne û di bin kontrola Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ne, ji dest rêxistina tundrê bistînin dest bi operasyonê kirine.

El-Qaîm û Rawa, li Îraqê herêmên dawî yên di destê DAIŞ’ê de ne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG