Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Hilbijartinên Rûsyayê Destpê Dike


Wêneyek ji Civata jorîn ya Parlemana Rûsî, Duma

Hilbijêrên Rûs îro Yekşemê diçine ser sindoqan ku tê texmîn kirin ku Partîya Rûsyaya Yekbûyî ya Serokwezîr Vladimir Putin serkeftî be.

Navendên denganê berî her deran, li deverên herî dûr yên li rojhilata Rûsyayê vebûn.

Çavdêrên hilbijartinê jî derbarê dengdana îroyîn de gelek gilî û nerazîbûnên xwe radigîhînin.

Endamên gruba çavdêrîya serbixwe ya hilbijartinê dibêjin, rêbera wan Lilya Shibanova jibo 12 demjimêran, li Firîngeha Moskowê hatîye binçav kirin.

Karbidestên Rûsî dibêjin, Xanim Shibanova li Firokxaneya Sheremetyevo ya Moskowê hate binçav kirin, piştî ku qayil nebû ku kompîtera xwe teslîmî karmendên ewlekarîyê bike.

Lilya Shibanova hate azad kirin, piştî ku kompîtera xwe radestî karbidestan bike. Wê li bajarê St. Petersburg ji rojnamevanan re got, ew ditirse ku destûr ji wan re were dayîn ku hilbijrtinan bişopînin.

XS
SM
MD
LG