Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Duşemê ragihand ku wan li Kendava Omanê keştîyeke petrolê ya vala sekinand, piştî ku keştîyê xwest biçe bendergeke Îranê. CENTCOM eşkere kir ku ev çalakîya keştîyê dorpêça li ser Îranê binpê dike.
CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got ku wan bi firokeke şer a F/A-18 ya ji ser keştîya leşkerî USS Abraham Lincoln li keştîya petrolê ya bi navê "Marivex" xistin. Ev keştî li Kendava Omanê ber bi Îranê ve diçû û guh neda fermanên Amerîkayê. Niha êdî ev keştî nikare biçe Îranê.
CENTCOM'ê herwiha got ku ji 13ê Nîsanê ve, anku ji destpêka dorpêçê, wan rê neda 7 keştîyan û ew sekinandin, herwiha 134 keştîyên ku guh dan fermanan hatin birêkirin, û rê hat dayîn ku 42 keştîyên alîkarîya mirovî jî derbas bibin.