Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Ukraynayê ragihandin ku şewateke mezin ya li santrala navokî Zaporizhzhia ya herî mezin ya Ewrupayê îro Înê hatiye vemirandin.
Karbidestan da zanîn ku santrala Zaporizhzhia ya li başûrê rojhilata Ukraynayê niha bi normalî dixebite, piştî ku kontrala santralê di encama pevçûnan de ket destê hêzên Rûsî.
Karbidestan ragihand ku şewata li Zaporizhzhia li navendeke perwerdeyê derketiye, ne li santralê bixwe.
Karbidestekî kompanîya Energoatom, kompanîya dewletê ku çar santralên navokî yên Ukraynayê bi rê ve dibe, ser bûyerê û rewşa niha ya li Zaporizhzhia ji ajansa Reutersê axifî .
Wî dîyar kir ku niha şewat hatiye vemirandin, asta radyasyonê normal e û hêzên Rûsî tevahîya santralê kontrol dikin, lê karmendên santralê xêbbatên xwe didomînin.
Heman karbidestî destnîşan kir ku êdî peywendîya Energoatom bi rêvebirên santralê nemaye û kontrola asta radyasyonê ya di şeş reaktorên wê û nêzîkî 150 konteynerên sotemenîya xerckirî, ne di destên wan de ye.
Wezareta berevanîyê ya Rûsyayê jî ragihand ku santral wek berê dixebite û got ku şewat jiber "êrîşeke hovane" ya ji hêla sabotajerên Ukrayna ve derketiye û hêzên wê kontrol santralê bi dest xistine.
Berpirsê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Mariano Grossi jî eşkere kir ku santrala Zaporizhzhia jiber şewatê zarar nedîtiye, ku ew bawer dike ku şewat bi sedema fuzeyeke Rûsî derketiye.
Mariano Grossi da zanîn ku li santralê tenê yek reaktor bi nêzî ji sedî 60 kapasîteyê, dixebite.
Wî diyar kir ku rewş hîna aloz e, santral bi awayekî asayî dixebite û wiha got: "Tiştekî normal di vê yekê de nîne."
Enerhoatomê herwiha ragihand ku di êrîşa Rûsî de 3 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne. Grossi jî got ku 2 kes jiber şewatê birîndar bûne.
Êrîş di asta cîhanê de bû sedema fîkaran û felaketa navokî ya herî xirab ya cîhanê, peqîna li santrala Çernobîlê ya Ukraynayê, bi bîr xist.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiyy di peyameke vîdyoyî de wiha got: "Ewrupî ji kerema xwe hişyar bibin. Ji sîyasetvanên xwe re bêjin ku hêzên Rûsî êrîşê santrala navokî ya li Ukraynayê dikin."