Rêxistineke mafên mirovan ya girîng dibêje, divê hikûmeta Afganistanê cezakirina leşkerekî Afganî biguhere, ku bi kuştina 5 leşkerên Fransî hatîye tawanbar kirin.
Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan anku Human Rights Watch roja Çarşemê got, divê Fransa jibo cezakirinê daxwazeke fermî pêşkêşî hikûmeta Afganî bike.
Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku Fransayê cezaya mirinê rawestandiye û li seranserî cîhanî jî kempeyna rawestandina wê kirîye.
Karbidestekî Human Rights Watch cezayê mirinê wekî karekî qirêj bi nav kir, ku çênabe were ferz kirin heta li ser tawaneke hovane ya vî rengî jî.
Dadgeheke leşkerî ya Afganî roja Sêşemê biryara darvekirina leşkerê bi navê Abdul Sabor kir, jiber kuştina 5 leşkerên Fransî di êrîşekê de li dema operasyoneke hîndarî ya meha Yekê.
Di êrîşa li parêzgeha Kapisa ya rojhilatî de 4 leşker hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn ku paşê yek ji wan jî jiber birînên xwe mirîbû.
Wê bûyerê alîkarîya Serokê Fransî Francois Hollande kirîbû ku karê vekêşana hêzên welatê xwe ji nav hêzên NATO’yê li Afganistanê lêztir bike.
Hêzên Fransî biryar e dawîya vê salê ji Afganistanê derkevin.