Li gor Lêkolînekê, Pakistan Pêdivî bi Nûkirina Polîsên Xwe Heye

Polîsên Pakistanî

Lêkolîneke nû dibêje, Pakistanê pêdivî heye ku hêza xwe ya polîsan nû bike jibo bêtir bi bandor be di şerê dijî tundûtûjîya zêdebûyî.

Rapora ku Duşemê ji alîyê navenda “Asia Society”, ya bingeh li Amerîkayê, bang li Pakistanê dike rahênana polîsan zêdetir bike û alavên baştir bikar bîne.

Rapor herwisa banga reforman dike jibo kêmkirina gendelîya li nav polîsan, wekî şêweyek bo vegerîna bawerîya hemwelatîyên normal.