Di Êrîşa Dijî Otobuseke Şîayan de 1 Kes li Pakistanê Hat Kuştin

Karbidestên Pakistanî dibêjin, bombeyek li bajarê Karaçî li otobuseke xist ku rêwîyên Şîa dagirtibû û herî kêm 1 kes di encamê de hate kuştin.

Peqîn, rojekê piştî êrîşa Pêncşemê hat ku mîlîtanên Sunnî li devera Manşehra ya bakurê rojava Pakistanê êrîşî otobusên rêwîyên Şîa kiribûn û 22 kes kuştibûn.

Karbidestên Pakistanî dibêjin rêwîyên Şîa diçûn pîrozbahîya salane ya piştgirîya Fîlîstînîyan, dema rastî êrîşan hatin.