Hilbijartina Serokatî li Venezuelayê Birêve Diçe

Nicolas Maduro.

Hilbijartina taybet ya serokatî roja Yekşemê li Venezuelayê birêve diçe jibo destnîşankirina serokekî nû piştî mirina Hugo Chavez.

Du kandîd di vê hilbijartinê de beşdar in, Nicolas Maduro û Henrique Capriles.

Maduro, yê 50 salî, ji layê Chavez ve hatibû destnîşankirin da ku bibe cîgirê wî. Maduro şofêrê otobûsê bû pêş ku bibe wezîrê derve û cîgirê serokî û serokê demkî yê welatî.

Henrique Capriles, yê 40 salî, rêberê opozisyonê ye. Capriles fermandar e û li hilbijartina serokatî ya sala bihurî bi 11 xalan li pişt Hugo Chavez bû.

Hilbijartina Serokatî li Venezuelayê