Bi kêmî ve du kes hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn piştî du peqînan nêzîkî hêla dawî ya Maratona Boston.
Karbidestên polîsan dibêjin du bombên din li nêzîkî wî cihî hatin dîtin û ji kar xistin.
Wêneyîn televizyonê xelkê hêbetî nîşan didin û cadeyên bi ber û kevran û xwînê hatîne nixamdin, û karmendên saxlemiyê ku birîndara vediguhêzên.
Teqîn qewmîn pîçekê piştî nêzîkî 27,000 beşdarên xardanê ji hêla dawî derbaz bûn. Piştî teqînê Mereton û metro hatin rawestandin.
Peyvdarekê polîsên New York got, jiber wan teqînan li bajarî parastinê li dorûberên devera Manhattan û nêzîkî hotêlên navdar hatiye zêder kirin.
Devera Washington D.C jî dibin hişdariyê de ye.
Seraya Spî dibêje hikûmet di peywendîyê de ye ligel wilayeta Massachusetts û karbidestên xwecihî, û dê her harîkariya bike ku di vekolînê û aliyên din de pêdivî be.
Boston bajarekê mezin e li bakura rojhilata Amerîka, ku hersal mêvandariya mearatonê dike.

Peqîn Li Meretona Boston